Wezîrê Karên Hundir yê Fransayê ragihand ku ew ê derbarê rêxistina Gurên Boz a tundraw a Tirk de biryara jihevxistina wê bidin.
Piştî ku Tirk û Ermenên li herêma Dîsîn Şarbiyo li nêzîkî bajarê Liyonê pev çûn, hikûmeta Fransa tevgera Gurên Boz bi derxistina fitne û tevliheviyê tawanbar kir.
Şeva Şemîyê li nêzîkî bajarê Liyonê li ser monûmentê qurbaniyên jenosîd û avaniya niştîmanî ya Ermenî navê Gurên Boz hat nivîsîn.
Hikûmeta Fransayê îro ragihand ku ew ê biryara têkbirina vê rêxistinê li Fransa bistîne.
Rêxistina Gurên Boz rêxistineke nijadperest a bi ser partiya bi navê MHP’ê ye.
Dixwaze bi nasnameya Îslamî berjewendiyên Tirk yên tundraw û nijadperest li herêmê pêk bîne.