Salavegera serxwebûna Sûriyê

Îro Salavegera serxwebûna Sûriyê ji Mîtîngeriya Fransayê ku 26 salan, dewam kir e.
Lê piştî derbasbûna zêdeyî 70 salî li ser serxwebûna Sûriyê, niha Sûriye bi dagirkerî û mîtîngeriyên nû yên xetertir re, rû bi rû maye.
Ya herî xeternak jî, dagirkeriya dewleta Tirk a ku li pey pêkanîna xwen û xeyala Osmaniyan e.

Piştî dagirkeriyeke 400 salan, hukmê Osmaniyan li ser Sûriyê bi dawî bû.

Piştî ku Osmanî ji Sûriyê derketin, li gorî hevpeymana Sayks Pîko ya sala 1916’an a di navbera Fransa û Birîtanya de, Fransa Sûriye dagir kir.

Û li gorî hevpeymana Sîver a sala 1920’an jî Sûriye bi temamî bû mîtîngeheke Fransa.

Mîtîngeriya Fransa ya li ser Sûriyê 26 salan dom kir.

Di 17’ê Nîsana 1946’an de, Fransî ji Sûriyê hatin derxistin û Komara Sûriyê hat raghandin.

Ev roj jî weke roja serxwebûna Sûriyê hat raghandin.

Piştî derbasbûna zêdeyî 70 salî li ser serxwebûnê, niha careke din Sûriye bi mîtîngeriyên nû re rû bi rû ma ye.

Ji ber desthilatdarî û şovenîzma partiya Baas li Sûriyê, gelek pirsgirêkên siyasî yên bi salan ketin ser hev.

Ev pirsgirêk li pey hev kom bûn heta gihaştin 2011’an.

Bi destpêkirina bihara gelan re, li Sûriyê Kirîzeke ku heta roja îro dewam dike, destpê kir.

Di nava van salan de dewletên ku çavên xwe berdabûn xaka Sûriyê, fersendek ji xwe re dîtin.

Şert û mercan şer û ne ewlehiyê, hişt ku Sûriye bikeve destê gelek dagirkerên wekî, Îran, Rûsya û dewleta Tirk.

Ya herî xeternak jî bê guman dewleta Tirk e. Ku dixwaze careke din xewn û xeyalên Osmaniyan li ser vê xakê, pêk bîne.

Îran û Rûsya jî ji lewaziya hikûmeta Şamê sûd wergirtin û niha gelek herêmên Sûriyê di bin serweriya wan de ye.

Dewlet Tirk jî bi riya qaşo muxalefeta Sûriyê, gelek herêmên Sûriyê dagir kirine.

Serokê partiya Sûriye Ewelen (Destpêkê Sûriye) li ser mijarê axivî.

Selman Şebîb li ser vegera dagirkeriyê gelek sedem nîşan dan û got:

“Destpotiya bi salan û tunebûna jiyana siyasî, yekdestdariya hikumetê, çewisandina hêzên neteweyî û pêşverû û yên lîberal, gendelî, û tunebûna azadî û demokrasiyê, rê li pêş krîza Sûriyê vekir.

Derketina hêzên tundraw, derî li pêş komployên derve û dewletên çavnebar ên weke dewleta Tirk û yên din, vekir.

Bi vê yekî re jî gelek deverên Sûriyê niha di bin dagirkeriyê de ne.”

Li ser rê û rêbazên sekna li hemberî dagirker û xeteriyên heyî jî Selman Şebîb got:

“Divê hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê, zimanê dialogê bikar bînin û ji berjewendiyên xwe yên teng dûr bikevin.

Bi yekîtiya hemû gel û pêkhateyên Sûriyê, deverên ku hatin dagirkirin, dikarin werin rizgarkirin.

Serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şebîb di dawiyê de got:

“Serkeftina diyalogê di navbera dewleta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dikarin Sûriyeke nû ava bikin.

Her sûriyek û welatparêzekî birûmet li benda vê yekê ye.”

Back to top button