3 roj in çarenûsa 12 ciwanên Biradostê ku hatine revandin nediyare

Sê rojin 12 ciwanên devera Biradost ya ser bi parêzgeha Hewlêr, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine revandin û heta niha çarenûsa wan nediyare.

Artêşa Tirk a dagirker 12 welatiyên ji Başûr di nav xaka Başûr de girtin û di girtinê de ew êşkence kirin û jimarek hespê welatiyan jî kuştin.

Kesên hatî girtin, xelkê gundên Dîla, Malmaluk û Mîdan ên ser bi bajaroka Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê ne.

Duh Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw derbarê girtina welatiyan de gotibû:

“Saziya Peywendiyên Derve ya Hikumeta Herêmê, bi aliyên peywendîdar yên dewleta Tirk re, di nava têkiliyê de ne.”

Ji bilî daxuyaniya waliyê Hewlêrê ku ew jî li ser pirsa rojnamevanekî bersiv da, ti berpirsek din ên Hikûmeta Herêmê û partiyek din ên Başûr li ser mijarê ne axivîn û helwestek nîşan nedane.

Heta niha aqubeta 12 welatiyan ne diyar e.

Back to top button