KNK’ê êrişa li ser nexweşxaneya li Xezayê şermezar kir û weke trajedî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir

KNK’ê, PYD’ê û TEV-DEM’ê êrişa li ser nexweşxaneya li Xezayê şermezarkirin.
Hate xwestin ku berpirsên êrişê bên cezakirin û pirsgirêka Filistînê jî bi rêbazên siyasî û demokratîk bê çareserkirin.

Nerazîbûnên li dijî êrişa li ser nexweşxaneya El Ehlî ya li Xezayê ku hat ragihandin di encamê de 500 kesî jiyana xwe ji dest daye, zêde dibe.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişê daxuyaniyek da.

KNK’ê êriş weke trajediyeke mirovî, komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir û şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin êriş ji aliyê kê de hatibe kirin jî bi ti awayî nayê qebûlkirin û wiha tê gotin,

“Êrişên li ser deverên sivîl ên mîna nexweşxane li dijî zagon, peyman û pîvanên navneteweyî ne.

Em weke gelê Kurdistanê êş û encamên êrişên bi vî rengî ên li ser saziyên tenduristî û yên din baş dizanin.

Ji ber ku bi salane gelê Kurdistanê bi êrişên bi vi rengî ên dewletên dagirker ên weke Tirkiye û yên din re rû bi rû maye.”

KNK’ê destnîşan kir ku pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê bi şer û şidetê çareser nabe û wiha dewam kir;

“Pirsgirêka ku niha wek şerê Hamas û Îsraîlê tê dîtin, ji ber berjewendiyên cuda yên dewletan kûrtir dibe.

Mixabin eş û azarên gelê Filistînê, ji aliyê hinek dewletan ve bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk de ji bo berjewendiyên siyasî tê bikaranîn.

Serokkomarê Tirk Erdogan li ser gelê Filîstînê siyasetê dike. Lê heman hovîtiye li dijî gele Kurd yê Rojavayê Kurdistanê pêk tîne.”

KNK: Divê pirsgirêka Kurd û ya Filistînê bi rêbazên siyasî çareser bibin

KNK’ê di dawiyê de ev bang li aliyan kir:

Şer rawestînin û pirsgirêkê bi rêbazên siyasî çareser bikin. Eger pirsgirêka Kurd û ya Filistîne bir rêbazên siyasî çareser nebin wê li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk neyê.”

PYD’ê êrişa li dijî nexweşxaneya li Xezayê şermezar kir

Meclisa Giştî ya jî der barê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD’ê êriş şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şifaya xêrê ji birîndaran re xwest.

PYD’ê bal kişande li ser encamên kambax yên ku şer rê li ber vedike û wiha got,

“Ev sedsal e di çareserkirina pirgirêkên li herêmê de rêbaza tundiyê tê bikaranîn, lê ev yek rê li ber ziyanên mezin vedike û pirsgirêk çareser nabin.

Neteweperestî, olperestî û şer ne çareserî ye tenê pirsgirêkan kûrtir dike. Divê pirsgirêk hemû û pirsgirêka Filistînê jî bi aştî û demokrasiyê bê çareser kirin.”

PYD: Divê civata navneteweyî sûcdaran ceza bike

PYD’ê di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ji bo rawestandina şer bikevin nava tevgerê û sûcdarên êrişa li dijî nexweşxaneyê ceza bikin.

TEV-DEM: Êriş sûcekî mirovahiyê ye divê berpirs bên cezakirin

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê jî têkildarî êrişa li dijî nexweşxaneya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û êriş şermezar kir.

TEV-DEM’ê êriş wekî sûcekî hovane û terorê bi nav kir û wiha hate gotin:

“Divê berpirs werin cezakirin.

Em pê bawerin ku hin dewletên herêmî û bi taybetî dewleta Tirk a dagirker li pişt êrişê ne.”

TEV-DEM’ê jî eşkere kir ku pirsgirêk bi şer û terorê çareser nabin û wiha dawî kir,

“Netewperestî, olperestî û desthilatdarî ji bo civakê rê li ber encamên xirab vedikin.

Divê Îsraîl û Filistîn ji bo çareseriya pirsgirêkê ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd werbigirin.”

KCK êrişa li dijî nexweşxaneya li Xezayê şermezar kir

Back to top button