Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrişa li dijî nexweşxaneya li Xezayê şermezar kir.
KCK’ê êriş weke komkujî û qirkirin bi nav kir û sersaxî ji gelê Filistînê re xwest.
KCK’ê got: em bi vê bûyerê re gelekî êşiyan û xemgîn bûn.
Doh li Xezayê nexweşxaneya Ehlî bû hedefa êrişekê û tê de ji 500 zêdetir mirov hatin kuştin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê vê êrişê û encama wê ya trajîk de daxuyaniyek da.
KCK’ê êriş weke komkujî û qirkirin bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
KCK’ê ji xelkê Filistînê re sersaxî xwest
KCK di daxuyaniya xwe de weha dibêje:
Em bi vê bûyerê gelekî êşiyan. Em bi tundî şermezar dikin. Em gelekî xemgîn in.
Di serî de xelkê Xezayê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Fîlîstînê re dixwazin.
Em careke din piştgiriya xwe ya bi gelê Fîlîstînê û doza wan a mafdar re nîşan didin.
Têkoşîna gelan a li dijî zilmê wê teqez bi ser bikeve û hesab ji kujeran hemûyan bê pirsîn.
KCK diyar dike ku zirhêzên cîhanê û dewletên serdest li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ev jî dibe sedem li pêş çavên cîhanê hemûyî karesatên welê trajîk ên dilê her kesî biêşînin diqewimin.
KCK di vê çarçoveyê de jî weha dewam dike:
“Derdê Hêzên berjewendîperest çareserkirina pirsgirêkan nîne.
Çawa nêzî meseleya Kurd dibin bi heman awayî nêzî meseleya Filistînê jî dibin.
Ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.
Ne alîgirê jiyaneke hevpar, demokratîk û wekhev a gelên Cihû û Filistînê ne.”
KCK di nava vê çeqûberê de balê dikişîne ser rola kirêt a dewleta Tirk û dibêje:
Derdê dewleta Tirk ne çareserkirina meseleya Filistînê ye, armanca wan ew e; bi giştî li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn çi biqewime bila biqewime, li fenûfûtekê digerin çawa meseleya Kurdan bi bin bixin û gelê Kurd qir bikin.
KCK rêbaza çareseriyê ya Rêber Apo ji bo pirsgirêkan destnîşan dike û diyar dike ku çareserî bi têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ya gelên Kurd, Ereb û Cihû ye.



