18 çete û leşkerên hikumeta Şamê li gundewarê Laziqiyê hatin kuştin

Di encama şerekî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li gundewarê Laziqiye de, 18 kes ji herdu aliyan ve hatin kuştin..

Li gorî agahiyên Çavdêriya Sûrî, hêzên hikumetê hewl da li eniya Til El-Hedade ya li Cebel El-Ekrad bi pêş bikeve, lê çeteyên dewleta Tirk, rê li ber wan girt û şer rû da.

Di encama vî şerî de, 12 ji hêzên hikumetê û alîgirên wê hatin kuştin û bêhtirî 17’an jî birîndar bûn, her wiha 6 çete hatin kuştin.

Dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din, Çavdêriya Sûrî ragihand ku dewleta Tirk, karwanekî din a leşkerî di deriyê Kefer Losîn re, derbasî Idlibê kir.

Çavdêriyê eşkere kir ku ev karwan ji bêhtirî 20 maşîneyan pêk tê.

Li gorî daneyan, ji 2’ê Sibata 2020’an heta niha, bêhtirî 8 hezar û 440 maşîneyên dewleta Tirk derbasî herêmê bûne û zêdeyî 11 hezar û 500 leşkerên Tirk, li Idlib û Helebê belav bûne.

Back to top button