Li Kamerûn 16 sivîl di êrîşa li ser kampeke koçberan de hatin kuştin

Li bakurê Kamîrûnê, di êrîşeke Boko Heramê ya li ser kampeke koçberan de, nêzî 16 sivîl hatin kuştin.

Rêveberê herêma Mayo Moskota teqez kir ku çeteyên Boko Heram li dû vê êrîşê ne.

Sala 2009’an, koma Boko Heram li bakur-rojhilatê Nîjeryayê çalak bûye û gelek êrîş li Malî, Nîjerya, Burkîna Faso û hinek welatên din ên Afrîkayê pêk anîne.

Li Malî jî, li herêma Kotyala, çekdarine nenas bi motoran gule li hin serbazên artêşê reşandin.

Di encamê de, 5 serbaz hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Back to top button