Li Efrînê çeteyan gorên şêniyên gundê Şêxorzê wêran kirin

Li Efrîna dagirkirî, hovîtîya çeteyên dewleta Tirk bê navber didome. Vê carê jî çeteyan gorên şêniyên gundê Şêxorzê wêran kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, beriya Cejna Qurbanê gorên li goristana gundê Şêxorzê yê Bilbilê talan û wêran kirin.

Her wekî li heman navçeyê jî, çete gefan li şêniyan dixwin û 500 L.T ji wan dixwazin.

Çete ji bo pereyan, 7 nasnameyên şêniyên gundê Tirindê desteser kirin

Çeteyên dewleta Tirk li gundê Tirindê jî li ser bendên kontrolê yê ku ji aliyê wan ve hatine dayîn, nasnameya 7 şêniyan standine.

Çete ji bo nasnameyên wan vegerînin jî, pereyan dixwazin.

Back to top button