“Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin”

Nobeta Edaletê ya malbatan ji bo girtiyên nexweş ên ku her diçe rewşan wan giran dibe dewam dike.
Yek ji wan malbatên girtiyên nexweş malbata Ciwan Boltan ê.
Ciwan ev 9 sal in girtiye û tenduristiya wî her diçe xirab dibe.
Bavê Ciwan, Hakki Boltan ku di Nobeda Edaletê de ye dibêje rewşa kurê qet nebaşe û daxwaza berdana girtiyên nexweş kir.

Nobeta Edaletê ya malbatan a ji bo zarokên xwe yên nexweş ku 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê destpêkirin dewam dike.

Girtiyên nexweş ku her diçe rewşa wan xirabtir dibe, bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.

Yek ji van girtiyên nexweş Civan Boltan ê 30 salî ye.

Boltan ev 9 sal in girtiye û ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de çavekî wî kor bûye.

Her wiha milê rastê yê Boltan jî tune ye û perçeya şarapnelê di laşê wî de ye.

Tevî Bijîşkjan rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dane wî jî, nayê berdan.

Berovajî dadgeha dewleta Tirk cezayê heta hetay ya girankirî û 95 sal ceza li Boltan birrî ye.

Hakkî Boltan: Yên cezayên wan qediyane bi hinceta ‘te hê jî dev ji têkoşînê bernedaye’ bernadin

Bavê Ciwan Boltan, Hakki Boltan ku di Nobeda Edaletê de ye derbarê rewşa tenduristiya kurê xwe de axivî diyar kir ku tenduristiya kurê wî qet nebaş e.

Boltan, bilêv kir ku perçeyê şarapnelê di serê kurê wî de ye û ger ew şarapnela di mejiyê wî de tesîrê lê bike, wê jiyana xwe ji dest bide.

Herwiha Boltan diyar kir ku bêxwînî bi kurê wî Ciwan re heye, cihê lê dimîne jî bajarê Boluye û pir sar e.

Boltan dibêje, ji bo hê bêtir êşê bikişîne bi zanebûn kurê wî birine wê derê.

Boltan, anî ziman ku ji ber vê bêhiqûqîtiyê dest bi Nobeda Edaletê kirine û got:

“Yên cezayên wan qediyane bi hinceta ‘te hê jî dev ji têkoşînê bernedaye’ bernadin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne hiqûqî ne jî mirovî ye.”

Boltan, destnîşan kir ku heya daxwaza wan ya ji bo berdana zarokên wan yên nexweş neyên qêbûlkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Boltan di dawî de bang li xizmên girtiyan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, kir ku piştgiriya çalakiyê bikin.

Back to top button