LI GUNDÊ DÎKMEDAŞÊ YÊ ŞERA 5 WELATÎ HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlên Efrînê didomînin.

Hat zanîn ku 10 Tîrmehê, komên çete du welatiyên gundê Kurzêlê ku yek ji wan jin e, revandin.

Welatiyên bi navê Nêroz Semîr Mihemed û Ibrahîm Ebdur-Rehman Osman li ber benda kontrola çeteyan a gundê Turindê hatin revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, herdu welatî ber bi zîndana bajarê Babê ve hatin revandin.

Di heman rojê de jî, welatiya bi navê Roşîn Osman Hemo ku ew jî ji gundê Kurzêlê ye, hatibû revandin.

Li gundê Dîkmedaşê yê Şera jî duh 5 welatî hatin revandin.

Navên welatiyan ev in:

– Yûsif Henîf (65 salî)
– Luqman Fihmî Ebdo (40 salî)
– Kerîm Elî Cuma (40 salî)
– Ebdul-Hemîd Hemîd Hemze (38 salî)
– Riyad Elî Cuma (25 salî)

Her wiha derxistina welatiyan ji xaniyên wan bi zorê, didome.

Hat zanîn ku çeteyên bi navê Ehrar Eş-Şerqiyê 24 se’et ji hin welatiyan re diyar kirine da ku ji xaniyên xwe derkevin.

Eger dernekevin jî, wê werin revandin û kuştin.

Leave a Reply

Back to top button