Gendeliya di sektora Tirkiyê ya avahîsaziyê de bi erdhejê felaket çêkir

Doza gendeliyê ya di şîrketên avahî-saziyê yên Tirkiyê di rojevê de ye.
Di erdheja li Bakurê Kurdistanê de Edogan tê tawanbarkirin ku destura avakirinê ya ne li gorî pivanên durist daye.

Li gorî ajansa Associated Press ku agahiyên xwe dispêre pisporan, li Tirkiyeyê qanûnên avahîsaziyê yên nû û rêgezên ewlehiyê hatine paşguhkirin.

Hikumeta Tirk ji bo avahiyên ku bêyî belgeyên ewlehiyê yên pêwîst hatine çêkirin, dem bi dem biryara efûyê derdixe.

Biryara efûyê ya dawîn di sala 2018ʹan de bû.

Aliyên pispor hişyarî dabûn ku eger erdhejeke dijwar rû bide, dibe ev biryarên efûyê bibin sedema felaketan.

Li gorî BBC’yê jî pisporê jeolojiyê Prof. Celal Şengor diyar kiribû ku derxistina efûyeke wiha li bajarekî ku qelişîn di erda wî de heye, sûc e.

Muxalefeta li Tirkiyeyê Erdogan tawanbar dike ku rê li ber alîgirên xwe vekiriye da ku dest deynin ser saktora avahîsaziyê û tu çavdêrî û kontrolkirin li ser wan tune ye.

Beriya erdheja dawîn, medyaya Tirk ragihandibû ku pêşnûmeya qanûna nû li benda erêkirina parlamentoyê ye û dê efûyeke nû ji bo xebatên avakirinê derkeve.

Back to top button