Li Başûrê Kurdistanê kampanyayeke berfireh dest pê dike

Di çarçoveya xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan, Komîteya Azadiyê ya Ocalan li Başûrê Kurdistanê dest bi kampanyayek mezin dike. Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê jî ji bo azadiya Rêber Ocalan piştgirîya xwe anî ziman û got: “Kilîta çareseriya herêmê, azadiya Ocalan e.”

Ji bo azadiya Rêber Ocalan li Başûrê Kurdistanê xebatên kampanyayê dewam dikin.

Di çarçoveya kar û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan, Komîteya Azadiyê ya Ocalan dest bi kampanyayek mezin li Başûrê Kurdistanê dike..

Li gorî agahiyan, wê di çend rojên pêş de kampanyayê dest pê bike..

Di vê kampanyayê de, bi sedan rewşenbîrên Kurd, mamostayên zanîngehê, akademisyen, hunermend, rojnamevan û aktivîst cih digrin…

Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnews ji rêveberên komîteyê girtine, ev demeke dirêje amadekarî têne kirin, bi sedan kesayet û rewşenbîrên navdar ên Başûrê Kurdistanê tevlî kampanyayê dibin..

Hizba zehmetkêşan a Kurdistanê: Kilîta çareseriyê azadiya Ocalan e

Li ser hewldan û xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê jî daxuyaniyek da û piştgiriya xwe anî ziman..

Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê di daxuyaniya xwe de işaret bi hewldanên ji bo azadiya Rêber Ocalan kir û got:

“Em wek partî, piştgiriya hemû hewldanên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dikin.

Çewisandina netewî, li ti cihek dinyayê bi girtin, şer û têkbirinê bi dawî nabe.

Em dibêjin çareseriya pirsa Kurd ya li Tirkiyê, guftugo ye.”

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê di dewama daxuyaniya xwe de jî diyar kir ku kilîta çareseriyê, projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalane û wiha bi dawî kir:

“Azadiya birêz Ocalan, di heman demê de daxwaza Gelê Kurd ya Bakurê Kurdistanê ye.

Azadiya Ocalan tê wateya dawîbûna şerê li Tirkiyê û herêmê.”

Back to top button