Şandeyeke ji Albanya û Kosova serdana Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
Civîn li ser rewşa Sûrî, rêbazên çareserkirina aloziyê û rewşa herêmê hat lidarxisitin.
Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese Ebulkerîm Umer di civînê de got:
”Pêwîste pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê were çareserkirin û dadgeheke ji çeteyên DAIŞê re ava bibe.”
Ji aliyê xwe Fener El-giêt jî di civînê de balkişand li ser gefên dewleta tirk a dagirker û tekez kir ku ev gef metirsiyekê çêdike.
Li hêleke din birêz Dawtaj jî da zanîn ku Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe bi şerê li dijî terorê nîşan da û bi ser ket, lewma emê jî alîkar bin û li gel wan şerê tetorê bikin .
Dawiyê hejmareke ji jin û zarokên DAIŞ’ê radestî şandê hatin kirin.