Li Amerîkayê çalakiya bîranîna komkujiya 11’ê Îlonê

Di 11’ê Îlona 2001’ê de ji aliyê Elqaîdê ve li DYA’yê êrişeke terorîstî pêk hatibû.
Di êrişê de nêzî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Îro jî li DYA’yê çalakiyên bîranîna 11’ê Îlonê têne lidarxistin.
Di 22’emîn salvegeran terorê de welatiyên Amerîkî li seranserê welêt li qadanin.

Li seranserî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çalakiyên bibîranîna 11’ê Îlonê têne lidarxistin.

Ev çalakî ji bo bîranîna mezintirîn êrîşên terorîstî yên di dîroka welêt de ne.

Di êrişê de nêzî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn

Di êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlona 2001’ê de nêzî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrişa terorîstî ji aliyê Elqaîde ve hatibû kirin.

Elqaîdê wê demê 5 balafirên rêwiyan revandin û bi wan balafiran êrişê pêk anîbû.

Di êrişê de kesên sivîl hedef hatibûn girtin.

Di 22. salvegera êrişê de welatiyên Amerîkî di çalakiyê de ne

Lewma di 22’emîn salvegeran êrişên terorîstî de welatiyên Amerîkî li seranserê welêt têne ba hev.

Merasîma bîranînê li New Yorkê, Pentagon, Pennsylvania, Alaska û cihên ku êriş lê hatine kirin têne lidarxistin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî gera Hindistan û Vîetnamê ber daye bi Washington ve diçe.

Biden dê beşdarî merasima li baregeha leşkerî ya li Anchorage tê lidarxistin bibe.

Biden dê bibe yekemîn serokê DYA’yê ku li Alaskayê vê salvegerê bibîr tîne.

Li DYA’yê li gelek deveran jî welatiyan bi çalakiyên wekî bêdengî, lêxistina zengilan û pêxistina mûman, bîranîn organîze kirin.

Şaredarê Joe Maurath jî balkişand ser bîranîna wê rojê û got:

“Em tenê civakek piçûk in, lê ji me re girîng e ku em van bîranînan bidomînin.”

Li gelek deverên welêt jî karmendan karê xwe rawestandin da ku beşdarî bîranînan bibin.

Cîgira Serok DYA Kamala Harris jî wê beşdarî merasîmê bibe.

Axaftina siyasetmedaran wê di çalakiyê de zêde cih negirin.

Li şûna wê dê mafê axaftinê ji xizmên mexdûran re bê hiştin.

Back to top button