Piştî carekê hatiye revandin.. çeteyan dîsan heman kes revand

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, binpêkirin û revandina sivîlan li Efrînê dewam dikin..
Herî dawî, çeteyan 2 kes revandine û doza bi milyonan pere li malbatên wan dikin.

Çeteyên dewleta Tirk di berdewamkirina kirinên xwe yên hovane de bi îsrar in.

Careke din çeteyên dewleta Tirk heman bijîşkî direvînîn.

Hêzên bi navê qaşo ‘polîsa leşkerî’ yên girêdayî dewleta Tirk, bijîşkê bi navê Sebrî Henan ji mala wî revand.

Berî niha Dr. Sebrî di dîroka 13 Îlonê de hatibû revandin û piştî malbata wî pere weke fîdye da, ew serbast berdan.

Sebrî Henan temenê wî 75 sal e û ew ji gundê Be’dîna yê Mabetaye.

Di meha Hezîranê de jî, berayê wî Dr.Kemal Henan ji bo heman sedemê hatibû revandin û ji bo serbestberdana wî jî 3 hezar euro hatibûn xwestin.

AN WÊ SERÊ WÎ JÊKIN, AN DIVÊ MALBATA ÊZDÎXAN ÎSO 20 M.L.S BIDIN

Di heman çarçoveyê de, çeteyan gefa serjêkirinê li malbata şêniyê bi navê Êzdîxan Îso dixwin, eger fidîyê nedin.

Êzdîxan 32 salî ye.. 13 meha borî ji gundê Feqîra yê Cindirêsê hat revandin.

Piştî revandina wî bi 2 hefteyan, çeteyên Firqet el-Hemzat 20 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wî xwestin, ku berî niha doza 12 milyonan kiribûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê, çete her tim bi malbata wî re diaxivin û idîa dikin ku ew li Idlibê ye.

Li aliyekî din, çeteyên bi navê el-Emşat êrîşî karmendekî rêxisitineke alîkariyan li devera Şêx Hedîd li Şiyê kir, ji ber wî nehişt çete deswerdanê li karê wî bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button