Salvegera 3. a komkujiya Til Rifetê

Sala 2019 Dewleta Tirk li sûcên xwe yên şer yeke din jî zêde kir û dîsa komkujî pêk anî.
Artêşa Tirk a dagirker li Til Rifatê bi topan êrîş bir ser sivîlan.
Di êrîşê de 8 jê zarok, 10 kes şehîd bûn û 8 jê zarok, 12 kes jî birîndar bûn.
Îro 3 sal di ser vê komkujiyê re derbas dibe.

Beriya 3 salan li Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve komkujiyek pêk hat.

Di vê komkujiyê de 8 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin.

8 zarokên jêrî 15 saliyê bûn qurban..

Ev komkujî Komkujiya yekemîn bû ku li navçeya Til Rifetê li dijî koçberên Efrînê pêk tê..

Ji wê demê ve artêşa Tirk li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Kantona Şehbayê 4 komkujî pêk anîn.

Komkujiya duyemîn jî di 25’ê Sibata 2020’an de li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa hat pêkanîn..

Malbateke koçerên Efrînê bû qurban û 3 kesên din birîndar bûn.

23’ê Çileya 2021′ Komkujiya sêyemîn li Til Rifetê pêk hat ..

Tê de 2 zarok û jinek şehîd bûn û 7 kesên din birîndar bûn.

Komkujiya çaremîn jî li navenda Navçeya Til Rifetê di 24’ê Tebaxa 2022’yan de hat pêkanîn..

4 sivîl şehîd bûn û 5 din birîndar bûn.

Tevî ku ev komkujî li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat lê hê jî di vê derbarê de ti helwestek nehatiye nîşandan.

Back to top button