Dewleta Tirk îro jî bi awayekî eşkere komkujiyên xwe li Başûrê Kurdistanê didomîne

Dewleta Tirk a qirker di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de heta niha gelek caran komkujî pêk aniye. Komkujiya herêma Kendekole ku ser bi Hewlerê ye, yek ji komkiyên dewleta Tirk e. Tevî ku 22 sal di ser vê komkujiyê re derbasbûne jî lê heta niha ne hikûmeta Iraqê ne jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ti hewldanek li dijî vî sûcê dewleta Tirk nekirine. Berevajî dewleta Tirk van komkujiyên xwe hê jî didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de heta niha bi dehan komkujî pêk anîye.

Yek ji wan komkujiyan jî ku heta îro li ser hatiye nixûmandin komkujiya Kendekole a ser bi Hewlerê ye.

Roja 15’ê Tebaxa 2000’ê artêşa Tirk devera Kendekolê ku 70 malbatên ji eşîra Herkî karê koçeriyê lê dikirin, bombebaran kir.

Di êrişê de 40 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, ji wana 11 zarok û 13 jin bûn.

Her wiha zêdetirî 25 kes jî birîndar bûn.

Tevî ku 22 sal di ser vê komkujiyê re derbasbûne jî lê heta niha hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê derbarê vî sûcê dewleta Tirk de tiştek nekirine.

Di 21’ê Tebaxa 2011’an de balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker devera Kortek a Qendîlê wesayîtek bombebaran kir.

Di encama êrişê de ji heman malbatê ku zarok jî di nav de bûn 7 kes şehîd bûn.

Piştî 8 salan, 27’ê Hezîrana 2019’an li heman deverê balafirên şer yên dewleta Tirk carek din wesayîtek sivîlan kir hedef.

Di encama êrişê de 3 welatî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Di 1’ê Tebaxa 2015’an de jî dewleta Tirk a dagirker gundê Zergelê ya li Binarê Qendîlê bombebaran kir

Di encama vê êrişa hovane de 8 welatiyên sivîl şehîd bûn û 27 kes jî birîndar bûn.

Di nava şehîdan de jinek ducanî jî hebû.

Di 20’ê Îlona 2017’an de vê carê dewleta Tirk a dagirker li herêma Nêrwe û Rêkan ya li Herêma Behdînanê û di 19’ê Hezîrana 2020’an de jî gundê Sîda ya ser bi Şêladizê komkujiyek din pêkanî.

Di encama van êrişan de 5 jê ciwan 15 sivîl şehîd bûn.

Di 13’ê Kanuna 2018’an de balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir.

Di encama êrişa hovane de 4 jin şehîd bûn ku 3 ji wan ji heman malbatê bûn.

23 Welatiyên Ereb şehîd bûn 23 kes jî birîndar bûn

20’ê Tîrmeha 2022’an dewleta Tirk a dagirker seyrangeha gundê Perex a girêdayî Zaxoyê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 23 geştiyarên Ereb şehîd bûn û 23 jî birîndarbûn.

Her çiqas piştî vê komkujiyê hikûmeta Iraqê helwestek tund nîşanda û li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiye kir jî, lê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Back to top button