
Rêveberê Nivîsgeha Siyasî ya YNK’ê Qadir Ezîz ji bo parastina destkeftiyan, bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê bibin yek dest.
Qadir Ezîz got:
“Eger em hemû li ser bingeha yekîtiya neteweyî bi hev re bin, dê dijmin nikaribe me têk bibe.”
Çalakvanên Germiyanê: Pêwîst e Kurdên welatparêz hemberî dagirkeriyê derkevin
Çalakvanên herêma Germiyanê jî bêhelwestiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku sedema bêdengiyê, ew e piraniya rêveberên partiyên herêmê, girêdayî dagirkeriyê ne.
Çalakvanan bang li tevahiya gelê Kurd kir ku hemberî dagirkeriyê bêdengiya xwe bişikînin û rabin ser pêyan.