Hesekê-Komkujiya Sêfo bi civînekê hat nirxandin

Partiya Yekîtiya Sûryanî bi boneya komkujiya sêfo li bajarê hesekê civînek li dar xist.

Panel bi dirûşmeya “Em naskirina navdewletî ya qirkirina Sêfo dixwazin” li komeleya çandê ya Sûriyan a bajarê Hasekê li dar kest.

Gelek kes beşdarî civînê bûn.

Salvegera qirkirina komî ya li dijî gelê Aşûr, Suryan, Keldan hat bibîranîn.

Her weha bi berferehî li ser dîroka Sêfo nirxandin hatin kirin..

Kesên axivîn diyar kirin ku ewê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku parastina mafê xwe bikin.

Tekezî li ser hevgirtina gelan hat kirin, da ku pêşî li zihniyeta deshilatdaran a pêkanîna komkujiyan were anîn.

Qamişlo-Şehîdên komkujiya Sêfo hatin bîranîn

Back to top button