Welatiyên Hesekê çûn ser sînor û lêkirina dîwar şermezar kirin

Ev demeke hikumeta Iraqê jî daye ser rêya dewleta Tirk di navbera Şengalê û Rojava de dîwar lê dike. Bi taybetî nerazîbûna gelê Şengalê û Rojava li dijî vê yekê zêde dibe. Îro welatiyên Hesekê berê xwe dan ser sînor û ev kiryar û dorpêça hikumeta Iraqê şermezar kirin. Hate diyarkirin lêkirina dîwar planeke dewleta Tirk e ku bi destê Iraq û PDK’ê tê kirin.

Vê sibehê bi sedan welatiyên Hesekê bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwarê di navber Şengal û Rojava de berê xwe dan sînor.

Piştî ku girseya gel giha nêzî sînor daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lêkirina dîwar plan û komployek nû li dijî xelkên Rojava û Şengalê ye û hate gotin:

“Bingehê vê planê dewleta Tirk û PDK ye û bi destê hikûmeta Iraqê tê kirin.

Bi lêkirina dîwar dixwazin gel ji hev qut bikin û îradeya gel bişkenînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku rê li hember van kirinan bigere û lêkirina dîwar bisekinîne.

Back to top button