Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku Rêber APO negihîşt komplo bigîhîje armancên xwe. PKK’ê jî teqezkir ku wê sala 25’an komployê têxin sala şoreş û azadiyê.
KCK û PKK’ê bang li gelê kurd û dostên wan kir ku bi xurtkirina têkoşînê re em dikarin li ber komployê rabin.
24 Sal li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê re derbasdibe û em dikevin sala 25’an.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya komployê daxuyaniyek weşand.
KCK’ê komplo şermezar kir, şehîdên kes nikare rojame tarîbike bibîranî û got:
“Komploya navneteweyî ya ku li hemberî Rêber Apo hate kirin 24 sal temam kir û kete sala 25’an.
Rêber Apo bi xwe jî diyar kir ku komplo ji aliyê DYE û NATO’yê ve hate plankirin û pêkanîn.
Rêber Apo ji ber ku li ber polîtîkayên hêzên modernîteya kapîtalîst ên li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn radibû
Û di sekna azadiyê de israr dikir, DYE’yê biryareke bi vî rengî da û komplo pêk anî.
Rola dewleta Tirk a di nava komployê de jî tenê gardiyantî bû.
KCK’ê dazanîn ku Rêber APO bi paradîgma xwe nehişt komplo bigîhîje armancên xwe.
KCK’ê dazanîn ku komplo bi temamî pûçnebûye dixwazin kurdan qirbikin û ev bang kir:
Divê hêzên tevlî komploya navneteweyî bûne dev ji vê helwesta xwe berdin.
Û piştgiriyê nedin polîtîkaya qirkirina Kurdan a desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst.
Her wiha KCK’ê bang li gelê Kurdistanê, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk şoreşger hemûyan kir ku nerazîbûna li dijî komployê hîn bi xurtî nîşan bidin.
PKK: Emê sala 25’emîn komployê têxin sala şoreş û azadiyê
Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi wesîleya Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.
PKK’ê dazanîn komplo li ser esasê qirkirina kurdan pêk hat. û got
Di şexsê Rêber Apo de dihat xwestin ku hebûna azadiya Kurd û tevgera azadiya Kurd bê îmhakirin û qirkirina Kurdan were temamkirin.
Ji xwe ti pirsgirêk di navber Rêber Apo û van hêzan de tune bû.
Tenê ji bo temamkirina qirkirina Kurdan ev êrîş pêk anîn
PKK’ê diyar kir ku ewê sala 25’emîn komployê têxin sala şoreş û azadiyê û ev bang kir.
“Em bang li gel û dostên xwe dikin ku li dijî komployê taybetmendiyên têkoşîna sala 25’emîn û armancên wê rast fêm bikin û vê salê li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin sala şoreşeke azadiya mezin.”