HPG: PDK li herêma Metîna bi çekên giran erîşê gerîla kir

Dewleta tirk bi destê PDK hewildanên xwe yê derxistina şerê navxweyî didomîne. Hêzên PDK’ê li herêma Metîna bi çekên giran êrişê qadên gerîla kirin

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê derbarê liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li qadên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê got:

Hêzên girêdayî PDK’ê ku roja 5’ê Hezîranê xwe qada gerîla ya navbera Girê Çarçel û Girê Hekarî cih kiribû. 24’ê tirmehê di bin balafiren keşfê yên tirkî ve hewildan ber bi qaden gerîla hîn pêştir werin.

Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye.

Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye.

Hemwextî peşveçûna PDK’ê li ber qadên gerîla tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên ayîdê dewleta Tirk ya li ser herêmê jî didomiya.

HPG’ê diyar kir ku li dij her êrîşeke ewê bê bersiv nemînin.

Back to top button