Li Amerîka di êrişa li ser Dêrê de 2 kes mirin û 1 jî birîndar bû

Amerîka careke din bi êrişeke çekdarî ket nava tevgerê.

Li dijî Dêreke li eyaleta Alabama ya DYA êrişeke çekdarî pêk hat.

2 kes hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Çekdarên nenas duh êvarê êrîşî Dêra Mîtranî ya Stefen kirin.

Di êrîşa ku 3 kes hatin gulebarankirin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Piştî ku hejmareke zêde ya polês û ekîbên alîkariyê berê xwe dan cihê bûyerê, qat hat dorpêçkirin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Rêveberiya polîsan piştî êrişê daxuyaniyek da û got:

“Di dema ku komeke rêûresmên ayînî pêk di anîn de, kesekî bi guman ket hundirê dêrê û dest bi gulebaranê kir.

Di êrîşê de 3 kes hatin gulebarankirin.

Ji van 2 kes mirin, 1 birîndar bû.

Rêveberiya polîsan diyar kir ku kesekî gumanbar hatiye binçavkirin.

Li DYA di nava demên dawiyê de, bêtirî 30 kes jiber êrişên çekdarî yên li deverên cuda yên welat hatin kuştin.

Rêveberiya Waşîngtonê jî dixwaze mijara kirîna çekan zehmet bike.

Back to top button