Keştiyeke şer a Amerîkî, keştiyeke Îranê ku çek bi xwe re radikirin, li Tengava Hurmzê desteser kir. CENTCOM’a Amerîkî ragihand ku, vê keştiyê 150 moşekên dijî tankan û 3 jî yên Erd-Ezman bi xwe re bar kiribû..
Li gorî Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî, ev çek dişibin çekên ku 25 mijdarê ji bo Hûsyan dihatin şandin û li heman derayayê hatin girtin..
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî got, ev mînaka herî ber bi çav e ku Îran dewleta herî mezin e piştgirya terorê dike.
Li aliyê din jî, ji bo kêmkirina hewldanên leşkerî yên Serokê Amerîkayê li dijî Îranê, Senetoyê pêşnûme-biryarek bi 55 dengan li hemberî 45’an pejirand..