Cenazeyê şehîd Cesûr Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin

Îro Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ku şehîd buye eşkere kir.
Şervanê HRE`ê, Cesûr Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê hat oxir kirin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervan, Cesûr Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.

HRE daxuyaniyek da tê de diyar kir ku şervanê wan Cesûr Efrîn di 4’ê Îlonê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

HRE sersaxî ji malbata şehîd û gelê kurd re xwest û soza dan ku wê riya şehîdan li dijî dagirkeran dewam bikin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Ehmed Mihemed, bi nas nav Cesûr Efrîn, di 4’ê Îlona 2022’an, li herêma Efrîn şehîd bûye.

Her wiha hate bi bîrxistin ku wê berxwedana me bidome û têkoşîna me mezin bibe û em soza meşa li ser şopa şehîdan nû dikin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button