Balafirên şer ên Rûsiya Cisir El-Şixûr bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê herêma Cisir El-Şixûr a Idlibê bombebaran kirin, di encamê de jinek û 3 zarok hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 12 caran êrişî herêmên derdora bajarê Idlib û Çiyayê El-Zawiye kiriye.

Herêma Nehr El-Ebyad ê bakurê Cisir El-Şixûr li rojavayê Idlibê bû armanca balafiran.

Hat ragihandin di encama wê bombebaranê de jinek û 3 zarok hatin kuştin û nêzî 10 kes jî birîndar bûn.

Balafirên Rûs deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Reqayê bombebaran kir

Hat ragihandin îro di seatên sibehê de balafirên şer ên Rusyayê deverên ku çeteyên DAIŞ’ê ên li çolistan El Resaf ya li bajarê Reqayê bombebaran kir.

Back to top button