Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê ji bo bernameya Beyannameya Hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şand.
Li ser navê Yekitiya Komîteyên Jinan a Filistînê, Abîre Ebû Huder vîdeoyek şand û wiha got:
“Ji Filistana dagirkirî û ji peytexta bêdawî Qudsê;
R hêviyên xwe yên piştevaniyê bo rêhevalên xwe yên jin û mêr ên Partiya Çep a Kesk dişînin ku rastî her cureyên zexta rejîma paşverû tên.
Di heman demê de em têkoşîna Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî hêzên faşîst û zextker jî pîroz dikin û piştevaniya xwe ya bi wan re dîsa dubare dikin.
Dost û rêhevalên me yên hêja; we têkoşîna xwe ya biisrar a ji bo azadî û edaleta civakî nîşan da.
Em hem ji bo konferansa we û hem jî ji bo hilbijartinê bo we serkeftinê dixwazin.”