Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê Narîman Ebdo diyar kir ku berdewamkirina sûcên dewleta Tirk nîşaneya hebûna peymanên di navbera wê û hêzên Rûsyayê de û destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji van êrîşan koçberkirina şêniyê herêma Zirganê ye.Narîman bang danîna sînorekî ji sûc û êrîşên dewleta Tirk a dagirker da.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Yek ji wan deveran jî, navçeya Zirganê a girêdayî bajarê Serêkaniyê a dagirkirî ye.
Li navçeyê, tevî hebûna hêzên garantor, mîna Rûsyayê lê dewleta Tirk a dagir ker hîna jî êrişan pêk tîne.
Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê Narîman Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk rojane êrîşî naçeyê dike.
Narîman Ebdo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji êrişan koçberkirina şêniyê herêma Zirganê ye.
Li gorî hevseroka navçeyê, berdewamkirina sûcên dewleta Tirk nîşaneya hebûna peymanên di navbera wê û hêzên Rûsyayê de.
Narîman anî ziman jî, ku Amerîka û Rûsyayê yên ku xwe li herêmê aktîf dihesibînin li beramber ewlehî û aştiya herêmê û gel berpirsiyar in.
Di dawiyê de, Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê Narîman Ebdo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên Mirovan kir ku sînorekî ji sûc û êrîşên dewleta Tirk deyne.