134 kesên din bi vîrûsê ketin û 2 kes mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dewî de, 134 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Hevserokê desteya Tenduristiyê D.Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gel van pêketiyan, D.Ciwan Mistefa eşkere kir ku 25 kes jî, ji vîrûsê baş bûn.

Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 4 hezar û 738, ji wan 127 kes jiyana xwe ji dest daye û 732 kes jî başbûne.

Back to top button