Bertekên li dijî girtina Leyla Guven

Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê, Saziya Olî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Platforma Jinan a Dîcle Amed girtina Leyla Guven, bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin, diyar kirin ku Leyla Guven ji bo têkoşîna aştiyê bûye sembol.

Çalakî û bertekên li dijî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didomin.

Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê li pêşiya navendê xwe kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de girtina Leyla Guven hat şermezar kirin û bang li jinan hat kirin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Saziya Olî ya Jinan: Biryara dadgeha dewleta Tirk ne rewa ye

Saziya Olî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê biryara dadgeha dewleta Tirk a li dijî parlamentera Kurd Leyla Guven şermezar kir û diyar kir ku ev biryar ne rewa ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Biryara girtina Leyla Guven ewe ku têkoşîn û berxwedana jinê bişkîne, em bang li dewletên navneteweyî dikin ku li pêşiya van biryarên ne-zagonî bisekinin.

“Dewleta Tirk dixwaze rê li pêşiya têkoşîna jinan bigre”

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

Dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya rêbazên dermirovî sûcên li dijî jinan, siyasetmedar û parlamenterên Kurd, bi taybet jinên berxwedêr, pêk tîne.

Dewleta Tirk bi rêya van girtinên hovane dixwaze rê li pêşiya têkoşîna jinan bigire.

Ji bo wê em bang li tevahiya jinan dikin ku tevlî siyaset û berxwedanê bibin.

“Leyla Guven ji bo têkoşîna aştiyê bûye sembol”

Her wiha Platforma Jinan a Dîcle Amed bi armanca şermezarkirina girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Leyla Guven ji bo têkoşîna aştî, hiqûq û demokrasiyê bûye sembol û banga berdana Leyla Guven kirin.

Back to top button