Li Necefê alîgirên El-Sadir êrîşî xwepêşanderan kirin

Li Iraqê ev zêdeyî 4 mehane xwepêşandan tên lidarxistin. Îro di encama pevçûnên navbera xwepêşandêr û alîgirên El Sadir de 8 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 jî birîndar bûn.

Piştî ku lîderê Tevgera El-Sedir Muqteda El-Sedir bang alîgirên xwe kir ku alîkariyê bidin hêzên ewlehiyê ji bo bidawîkirina xwepêşandanan, li bajarê Necefê pevçûn rû da.

Alîgirên El Sadir ku bi komên Şîn tê naskirin, êrîşî konên çalakgeran kirin û konên wan şewitandin.

Çavkaniya tenduristî ya Iraqê diyar kir ku di encama pevçûnan de 8 xwepêşandêr hatin kuştin û zêdeyî 100’ê din jî birîndar bûn.

Her wiha serkêşiya polîsan a parêzgiha Necefê ragihand ku hêzên ewlehiyê qada El-Sedirîn a ku di navenda bajêr dike ve kontirolkirin.

Back to top button