Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin

Pirtûka Stêrkên Geşbîn a taybet bi Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê, bi şahiyek hat îmzekirin.

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê 4’emîn Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê, bi dirûşma “Şitla îro, dara sibe” li Parka Xwendinê ya li Qamişlo, li dar xist.

Şahî bi amadebûna bi dehan xizmên zarokên ku pirtûk derxistine hate lidarxistin.

Di şehiyê de endamê komîteya amadekar a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê, Ebdul-mecîd Xelef diyar kir ku armanca pêşbirkê ew e ku asta xwendinê li cem zarokan were pêşxistin.

Piştre pirtûk ji aliyê zarokên nivîskar ve hat îmzekirin û li zarokên ku tevli Şahîyê bûne hatin bilavkirin.

Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê ji 2020’an ve bi rengekî salane tê lidarxistin.

Back to top button