Ji bo hikûmeta Swîsreyê qirkirina Êzidiyan ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, bi awayek fermî nas bike, 80 hezar îmze pêşkeşê Konseya Federal ya Swîsreyê hatin kirin.
Ji bo hikûmeta Swîsreya qirkirina Êzidiyan ku çeteyên DAÎŞ’ê meha Tebaxê
ya sala 2014’an kir, nas bike 80 hezar û 927 îmze hatin berhevkirin.
15 Parlamenteran bang li Konseya Fedral ya Swîsreye kirin
15 parlamenteran bi pêşniyaznameyekê bang li Konseya Federal ya Swîsreyê kirin
Di pêşniyaznameyê de hate diyar kirin ku ger Swîsre vê qirkirinê nas bike,
kêm jî be wê edalet ji bo mexdûran bê cih û di heman demê de wê li gorî
hiqûqa navnetewî di warê şopandina cezayî têkoşîna li dijî necezakirinê de soz bê dayîn.
Bi naskirina qirkirina Êzidiyan, wê rê li ber sûcên wiha bê girtin.’
Parleparlementoya Belçîkayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir