Li Zap, Xakurkê û Metînayê gerîlayan li arteşa Tirkiyê a dagirker dan

Li Zap, Xakurkê û Metînayê gerîlayan bi gelek çalakiyan li arteşa Tirkiyê a dagirker dan.
Di çalakiyên gerîla de li Zapê droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin, 4 çeperên jî hatin derpkirin.

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li dijî arteşa Tirkiyê a dagirker bênavber dewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşan daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di navbera 13-15’ê Mijdarê de li Zap, Xakurkê û Metînayê hêzên gerîla li dijî dagirkeran gelekî çalakî li dar xistin.

Di encama çalakiyan de li herêma Zapê droneyeke bombebarkirî a arteşa Tirk hate îmhakirin.

Her wiha 4 çeperên dagirkeran jî hatin derpkirin.

Arteşa Tirkiyê qadên gerîla 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir

Bi domdarî HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexe agahî dan û got:

Herêmên Zapê û Metînayê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 20 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Di dawiyê de HPG’ê eşkere kir ku gelek deverên Herêmên Parastina Yên Medyayê jî 10 caran bi balafirên şer

û gelek caran bi bi helîkopterên êrişê û topan hatin bombekirin.”

Back to top button