Serokkmarê Iraqê Berhem Salih dagirkerî û talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve weke sêcekî mirovahî û xwezayê pênase kir.
Berhem Salih derbarê darbirîna dewleta Tirk ji daristanên Başûrê Kurdistanê re peyamek li ser hesabê xwe yê Twîtterê da û got:
Birîna darên li Hirur, Batîfa û deverên din ên sînorî sûcekî li dijî mirovahî û xwezayê ye û nabe çav li van kirinan bên girtin.
Berhem Salih di peyama xwe de got jî:
“Tevî binpêkirina serwerî, şer û koçberbûna welatiyan jî, erkê me ye wek Hikûmeta Federal û ya Herêmê rê li ber vê destdirêjî, talaniyê bigirin û doza cezakirina tawanbaran bikin.”