Artêşa dagirker gundewarê Şehbayê topbaran kir

Dewleta dagirker ev çend rojê bê navber herêmê topbaran dike
Vê carê jî gundewarê şehbayê kir armanc

artêşa dagirker doh êvarê gundê Til Cican ê herêma Şehbayê tobparan kir.

Topbarana dagirkeriya tirkiyê heta derengiya şevê berdewam kir

Heman rojê artêşa dagirker gundê Zîwan û derdora Kefer Naya yên herêma Şehbayê jî topbaran kir.

Hate ragihandin ku herê kêm 20 top li herêmên navborî ketine.

Hêjayê bibîrxistiniyê ku ev gundên navborî ku hatin topbaran kirin tije sivîlin, artêşa dagirker bi awayeke ketûber sivîlan dike armanc.

Back to top button