Ciwanên Şoreşger şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana şehîdan bi bîr anîn.

13’ê Cotmeha 2019’an di êrişa balafireke bêmirov de Canfeda, Bawer Agirî, Reşîd şehîd ketin..

Bi boneya salvegera 3’yan a şehîdxistina wan li Minbicê hatin bibîr anîn.

Di merasîma bîranînê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanê Şoreşger a Sûriyê Nasir El Xalid axivî ..

Nasir El Xalid got:

“Em hevalên xwe yên berxwedanê û azadiyê bibîr tînin.

Em şehîdên xwe Ezîz, Bawer, Reşîd, Feysel Ebû Leyla, Ednan Ebû Emced, Ebû Casim El Begarî bibîr tînin.”

Paşê sînevizyonek têkildarî berxwedana têkoşeran û berxwedêrên li Avaşîn, Metîna û Zapê şehîd bûne, hate pêşandan.

Her wiha mûn li ser gorên şehîdan hat vêxistin.

Back to top button