Şoreşgerê Kurd Subhan Çubuk li girtîgeha Rizê hate kuştin

Li zîndanên Tirkiyê Kuştina girtiyên siyasî didome
Dewleta Tirk girtiyên siyasî yên nexweş ji mirinê re rû bi rû dihêle û derman nake.
Herî dawî girtiyên siyasî Subhan Çabuk ji ber nexweşiya xwe ya giran nehat dermankirin şehîd bû.
Malbatê cenazeyê Kurê xwe girt û wê navçeya Pasûr a Amedê veşêrin.

Zilim, faşîzma dewleta Tirk a dagirker li zîndanan her roj bi awayeke cûda xwe dide der.

Nûçeya herî dawî jî li girtîgeha Kalkandere ya bajarê Tirkî Rîzeyê hat

Girtiyê nexweş û şoreşger Subhan Çabuk ji ber zilm û êşkenceyê rewşa wî li zindanê giranbû ew rakirn nexweşxaneyê,

Subhan Çabûk li nexweşxaneyê şehîd bû.

Şoreşgerê kurd Subhan Çabûk di sala 2016’an hatibû girtin.

Çabûk di rûniştineke doza xwe ya 22’ê Mijdara 2016’an de li dadgeha Tirkiyê ya 2 caran cezayê heta hetayî û 150 sal lê birî bû bi kurdî wiha gotibû.

“Îro li Kurdistan û Tirkî em di serdemeke awarte de ne.

Ji ber vê sedemê jî ev doza ku em jê tên darizandin ne hiqûqî, lê belê siyasî ye.

2013’an Rêber Apo bi rêbazeke aştiyana perspektîfek dabû dewletê

Lê li dijî vê daxwazê dewletê bi polîtîkayên şer bersiv daye.

Niha em tecrîd li dijî Rêbr Apo qebûl nakin û şermezar dikin.

Doza kurdî ne meseleya 30 an jî 40 salî ye. Dozekî dîrokî ye.

Weke ku di dîrokê de Moxolan kirî, artêşa Tirk a dagirker bajarên Kurdistanê Cizîr, Nîsebîn, Sûr, Şirnex û Geverê hilweşandin.

Li dijî artêşa dagirker rewaye ku kurd xwe biparêzin.
Tenê gelê me û PKK dikare min darizînin.

Wekê endameke HPG’ê dibêjim Bijî Serok APO bijî berxwedan Sûrê.”

Malbatê piştî bihistina şahadeta kurê xwe berên xwe dan bajarê Rîzê.

Malbatê cenazeyê xwe li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rîze girtin û ji bo definkirinê ber bi navçeya Pasûrê ya Amedê bi rê ketin.

Back to top button