Çavderê Siyasî û Rojnameger Rêbwar Tufîq êrişa li Xelîfanê nirxand

Li Başûrê Kurdistanê bertekên li dijî xiyaneta PDK’ê ya li hember gerîla didome.
Çavdêrê Siyasî û Rojnameger Rêbwar Tufîq têkildarî êrişa li Balîsan a Xelîfan li dijî gerîlayên azadiyê pêkhatî, diyar kir ku Eger bi rastî ji aliyê PDK’ê ve pêk nehatiye, çima li ser mijarê daxuyaniyê nade.
Rêbwar Tufîq got: “PDK qasî ku berjewendiyê Tirkiyê diparêze, ew qas yê Kurdî naparêze.

Di 5’ê Îlonê de li devera Balîsanê ya Xelîfanê ya herêma Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê li dijî komek gerîlayên azadiya Kurdistanê êriş pêk hat.

Di vê êrişê de 3 gerîla şehid bûn û 2 jî bi birîndarî ji aliyê PDK’ê ve dîl hatin girtin.

HPG’ê bi daxuyaniyekê banga zelakirina bûyerê kiribû û ji PDK’ê xestibû ku gerilayên ji aliyên wan ve hatine dîl girtin berdin.

Der barê mijarê de çavdêrê Siyasî û Rojnameger Rêbwar Tufîq ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

“Derket holê ku destê PDK’ê di êrişa Xelîfan de heye”

Rêbwar Tufîq diyar kir li gorî medya PDK’ê bûyera Xelîfan ji aliyê balafirên bêmirov ên Tirkiyê ve pêk hatiye û got:

“Lê dema ku dinirxînî, ev pirs derdikeve holê, eger bi dronê êriş pêkhatibe, di vê dema kurt de çawa hêzên wê diçin li ser wê koma gerîla û birîndaran dîl digirin û winda dikin?

Eger bi rastî ji aliyê PDK’ê ve pêk nehatiye, çima li ser mijarê daxuyaniyê nade?

Ev vê gumanê çêdike ku PDK’ê bi xwe ev koma gerîla xistiye kemînê.”

Tufîq anî ziman her hêzekî siyasî li beramberî hêzekî din a siyasî ya Kurd wiha kar û tevger bike, wê siberoja xwe bişewitîne û dîrok efû neke.

“PDK bi qasî ku berjewendiyên Tirkiyê difikire yê Kurdî nafikire”

Têkildarî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk jî Rêbwar Tufîq axivî û got:

“PDK bi qasî di xema berjewendiyên xwe û parastina cih û desthilata Tirkiyê ya li herêmê ye, ewqas nekariye bibe xwedî helwestek nîştimanî û neteweyî.”

Hejayî gotinê ye, Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna xwe ya li gel Sterk TV’yê de diyar kiribû ku li gorî agahiyan, balafirên dewleta Tirk hevalên wan bombebaran nekirine, kemîn hatiye danîn.

Back to top button