Bi nêzîkbûna salvegera her du kokujiyên ku li parîsê pêk hatin Kongira Star û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê “KCDK-E” şehîdên komkujiyê bibîranîn û banga darizandina kujeran kirin.
Her wiha ji bo tevlîbûna meş û çalakiyên şermezarkirina komkujiyan ku wê sibê û 6’ê Çileyê werin lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê “KCDK-E” jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.
KCDK-Ewropayê diyar kir herdu komkujiyên Parîsê bi zanebûn û agahiyên dewleta Fransayê de pêk hatin û got:
“Parîs û gelê Kurd du komkujiyên ku dosyayên wan bi şaşitiya “sira dewletê” ji nedîtî ve hatin û edalet pêk nehat. Komkujiya Parîsê ya duyemîn ceribandinek skandal bû ku Ewropa û dewleta Fransa di demokrasî û edaletê de têk çûn.”
KCDK-E’yê ji bo tevlîbûna meş û çalakiyên şermezarkirina komkujiyan bang li Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan kir.
“Sibê û 6′ Çileyê ji bo şermezarkirina her du kokujiyan wê çalakî pêk werin”
Meş û çalakiyên şermezarkirina komkujiyan wê sibê û 6’ê Çileyê li Parîsê werin lidarxistin.
Hevberdevkê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û Nûnera TJK-E’yê Zozan Serhat jî banga tevlîbûnê kirin.
Mûrat Ceylan destnîşan kir ku ewê bi çalakiyan xwe bêdengiya welatan bidarîzînini û ev ev peyam da:
“Em ê hesabê hevalên xwe yên hatin kuştin bipirsin.”