YPG’ê nasnameya şervanê xwe Dêrsim Mûnzûr eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Dêrsim Mûnzûr eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê de wiha hat gotin,

“Hevrêyê me Dêrsim Mûnzûr roja 3’yê Tabaxê li Hesekê di dema li ser erka xwe bû gihîşt asta şehadetê.

Hevrê Dêrsim li hember paşverûtî û dagirkeriyê, bi biryardarî û zanebûneke mezin têkoşîn meşand. Heta kêliya dawî erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anîn.”

YPG’ê ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest

Li gorî daxuyaniyê nasnameya Şehîd wiha ye,

Mistefa Mihemmed Mistefa bi nasnav Dêrsim Munzur, 3’yê Tabaxa 2021’an li Hesekê şehîd bû.

Back to top button