Bernameya cejna Newerozê ya Mexmûrê hat eşkere kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan Mexmûrê wê Newroza îsal bi dirûşmeya ‘Ji 1973’an heta 2023’an Newroza 50. ya Rêber Apo pîrozbe’ di 19’ê Adarê de bi şahiyek girseyî pîroz bikin.

Komîteya Çalakiyan a Wargehê bi daxuyaniyek bernameya Cejna Newrozê ya Mexmurê eşkere kir.

Beriya ku bernameya pîrozbahiyên Newrozê were eşkerekirin deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya çalakiyê Hazim Kar axivî û got:

Em dixwazin Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Em ê 19’ê Adarê Newrozê bi şahiyek girseyî pîroz bikin.

Banga me ji bo tevahî gelê wargehê ewe ku her kes bi cil û bergê Kurdî tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.

piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Back to top button