Salvegera şewata Sînema Amûdê

Îro salvegera şewata li Sînemeya Amûdê ye.
Beriya 62 salî, li sînemaya Amûdê, derî li ser zarokên Kurd hat girtin û bi agirê di hundir sînemê de, 283 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Tevî ewqas sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, heta niha aliyên li dû bûyerê nehatine cezakirin.

Di 13’ê Mijdara 1960’an de li bajarê Amûdê zarokên kurdan da ku filmekê tamaşe bikin û pereyên heqê bilêtan ku zarok bidin jî ji bo Cezarê wek alîkarî bên şandin hatin komkirin.

Di avahiya sînemaya Amûdê de ku tenê têre bicihbûna 200 kesî dikir, wê rojê zêdetirî 350 zarok tê de hatin bicihkirin.

Zarokên ku wê rojê li Sînemeya Amûdê kom bûn û li filmê tamaşe dikirin, derî li ser wan hatibû girtin û agir bi Sînemayê hatibû xistin..

Di dema zarokên bajarê Amûdê di hindir sînemayê de dişewitîn, leşkerên dewletê jî li ber derî bûn û nedihiştin kes destwerdan bike..

Di vê şewatê de 283 zarokên kurd jiyana xwe ji dest dan..

Heta roja îro sedemên vê şewatê û kesên berpis nehatine eşkerekirin cezakirin..

Heta beriya aloziya li Sûriyê ku di sala 2011’an de dest pê kir jî, bîranînên qurbaniyên şewata Amûdê bi dizî pêk dihat.

Rêjîma Baas her kesekî qale şewata sînemeya Amûdê kiriba, dikir hedef û weke sucdarekî siyasî ew tewanbar dikir.

62 sal di ser şewata sînema Amûdê re derbas dibin û li cihê zarokên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, find tên pêxistin û bibîranîna..

Back to top button