Meclisa qanûnsaz a herêma Cizîrê zagona erkdarkirina hevserokên desteyên meclisê erê kir

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê erkdarkirina hejmarek hevserokên desteyên Meclisa Rêveber erê kir û hevserokan jî sond xwarin.

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê têkildarî erkdarkirina hejmarek hevserokên desteyên meclisê, daxwaznameyek ji Meclisa Qanûnsaz re, şandibû.

Meclisa Qanûnsaz jî di civîna îro de li gorî qanûnên hevpeymana civakî ev erê kir.

Li gorî vê li şûna hevserokên ku dema erkdarbûna wan xilas bûye wê yên nû werin erkdarkirin.

Her wiha hevserokên nû ji bo dest bikarê xwe bikin li ber Meclisa Qanûnsaz sond xwarin.

Leave a Reply

Back to top button