Cenevre-Kurd û Belûc ji bo azadiya Rêber Ocalan htin ba hev

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’ê dewam e.
Vê hefteyê, siyasetmedarên Belûc ên sirgûn jî piştgirî da çalakiyê.
Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî hat kirin.

Çalakiya ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve her roj Çarşemê li ber avahiya NY li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, dewam e.

Vê hefteyê, siyasetmedarên Belucistanî yên li sirgûnê, ji bo piştgiriyê tevli çalakiyê bûn.

Daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hat dayîn.

Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Çelebî axivî.

Çelebî, got ku 30 meh in ew tecrîda li dijî Rêber APO protesto dikin û tehemula Kurdan ji tecrîdê re nemaye.

Çelebî anî ziman ku saziyên navneteweyî di mijara tecrîdê de bi erka xwe ranabin û rexne li bê-helwesta CPT kir.

Çelebî, destnîşan kir ku heta dawî li tecrîda dijî Rêber Ocalan were ew ê her li qadan bin.

“Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî”

Raportorê NY’ê yê Belûcistanê Munîr Mengal û Seroka Parlamentoyê ya li sirgûnê Prof. Naela Baloch gotin:

‘Kurd û Belûc li Kanadayê bi hevre têdikoşin û ji bo daxwazên xwe yên hevpar li ber NY’ê hatine ba hev.

Piştî axavtinan dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.

TJA: Divê demildest tecrîda giran li ser îradeya gelê Kurd bê rakirin

Back to top button