Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyanên Ewropayê, bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.
Daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê wiha ye:
“Erdoganê dîktator û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku Tirkiye û Kurdistan kirine cihê qetliamê, hêj jî li Şengal, Başûr û Rojava angu li hemû Kurdistanê êrîşan dikin.
Kurd, wê bi sekina xwe ya rûmet, bi ruh û kevneşopiyên xwe, cejnê bikin wesîleya aştî û piştevaniyê.
Li dijî gefên dagirkirinê ku li Kurdistanê dewam in, divê em li yekitiya xwe ya neteweyî bibin xwedî.
Wek KCDK-E, vê cejnê li gelê me û mirovên banga azadi, demokrasî û edaletê dikin pîroz dikin,
Û hêvî dikin ku vê cejnê, piştevanî û parvekirin zêdetir bibin.
KNK’ê Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir