”Ev hevdîtin dê aloziya Rojhilata Navîn kurtir bike”

Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Sîhanok Dîbo diyar kir ku eger hevdîtina Tirkiyê bi Sûriyê a li Moskovayê li gorî ku hatiye plankirin zemînê peyda bike, wê aloziyên li Sûriye yê girantir bibe û got:
”Armanca dewleta Tirk ji vê hevdîtinê tinekirina destkeftiyê şoreşa Rojava û Projeya Rêveberiya Xweser e.”

28’ê Kanûnê, bi serkêşiya Rûsya Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas li Moskovayê civiyan.

Piştî 11 salan ev cara yekem bû bi awayek fermî Tirkiyê li gel Sûriyê civiya.

Têkildarî mijarê Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Sîhanok Dîbo axivî û got:

“Ev pêngav dibe piştgirîkirina AKP’ê ya ji bo destwerdan û dagirkeriya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Qaşo li Tirkiye, Sûriye û Iraqê gavekî li hemberî terorê ye.

Lê Berovajî ev gav wê pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn di warê aramî û îstîkrarê de kûrtir bike.”

”Ev ehvdîtin gavake ji bo nûkirina peymana edeneyê ye”

Dîbo eşkere kir ku her gavekî ji bo nûkirina peymana Edeneyê ya sala 1998’an bavêjin, wê li dijî îradeya gelên Tirkiye be û wiha domand:

“Tirkiyê bi nûkirina peymana Edenê ve dixwaze planên xwe yê dagirkeriyê rewa bike û aloziya li heremê jî kurtir bike.”

”Her lihevkirinek li dijî îradeya gelê Sûriyê be wê gel red bike”

Dîbo da zanîn ku wê ev hevdîtin bibe domandina hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tinekirina Rojava û Projeya Rêveberiya Xweser.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku her lihevkirinekî li dijî îradeya gel be, wê gelê Kurd û gelê Sûrî li dijî derkeve û red bike.

Back to top button