HPG: Li Metîna 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’û YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê didomîne ji bejahî û hewayî çalakiyan lidardixin.
HPG’ê ragihand li herêma Metîna 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û li Zap û Avaşînê jî ji hewayê ve li dagirkeran hate xistin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi çalakiyên bi bandor rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer, çalakîyên gerîla û êrîşên hewayî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 13’ê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ji hewayê de li dijî dagirkerên li ser girê Şehîd Serxwebûn a li herêma Zapê û dagirkerên li ser girê Şehîd Serdar ya herêma Avaşînê çalakî pêk anîn.

Hat diyar kirin di encama her du çalakiyan de bi serketî li hedefên dijmin hate xistin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Heftenînê de li dijî leşkerên Tirk yên dagirker çalakî hatin lidarxistin.

Hat gotin 14’ê Gulanê li herêma Metîna di navbera hêzên gerîla û artêşa dagirker de şer qewimiye û di encamê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn 15’ê Gulanê jî li dijî leşkerên li Qada Mamreşo a Avaşînê çalakî hatine lidarxistin û hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehatiye zelal kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopteran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn.

Hat diyar kirin 14, 15 û 16’ê Gulanê herêmên Metîna, Zap, Çemço, Mamreşo û Avaşînê hatin bombebarankirin.

Back to top button