Hêzên dagirker êrîşî gundewarê Minbicê kir

Artêşa Tirk û çeteyên xwe êrîşî gundewarê Minbicê kirin. Meclisa leşkerî ya Minbicê jî bersiv da û êrîş şkandin.

Îro derdora saet 02:00 piştî nîvro, artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Hêzên dagirker gundên El-Şaşat, Erbe Kîlo, Iwn Dadat, Ereb Hesen, Um Edese û Cat ên bakur-rojhilatê Minbicê bi dijwarî topbaran kirin.

Têkildarî encamên topbaranê heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî hewldana êrîşa çeteyan ya li dijî nuqteya şervanan li aliyê gundê El-Cat têk bir.

Back to top button