Kongressa Amerîkî naskirina komkujiya Ermenan ji biden kir

Kongressa Amerîkî bi peyamekê ji Biden xwest ku bi fermî komkujiya Ermenan nas bike.

Hevbendiyek ji partiya Demokrat û Komarparêzan ku ji 40 parlamenterî pêk tê, ev daxwaz ji Biden kir.

Li gorî malpera “The Hill America” Parlamenteran xwest ku Biden bibe yekemîn serokê Amerîkî, ku bi awayekî fermî komkujiya Ermenan a di serdema Osmaniyan de nas bike.

Parlamenteran di peyama xwe de destnîşan kir ku, ji 1915-1923 impratoriya Osmanî bi awayekî sîstematîk Ermen tune kirin û derdora 1.5 milyon Ermen kuştin û bi sedhezaran koçber kirin..

Her wiha her 40 parlamenterên Amerîkî bi bîr xist ku wan Kanûna 2019’an jî heman daxwaz, ji Birêveberiya welat kiribû.

Back to top button